Meteorolojî ji bo Şirnex û Sêrtê hişyarîya aşît û cemedê da

Ji teref Meteorolojîyê ve ji bajarên Şirnex û Sêrtê re, ji ber ku li çîya û kaşan berf heye hişyarîya aşîtê hat dayîn.

Ekleme: 29.01.2022 11:55:27 / Güncelleme: 29.01.2022 11:55:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Walîtîya Şirnexê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Li gorî agahîyên ku ji Navenda Hişyarî û Texmîna Herêma Dîyarbekir yê Midirtîya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê hatine bidestxistin; li Şirnex û Sêrtê ji ber ku li çîya û kaşan berf heye ji bona ku tiştên nebaş çênebin di navbera tarîxa 28ê Çileyê sala 2022yan û 2 Sibatê sala 2022yan de lazim e ku bila tedbîr bê girtin.

Di dema rewşa aşît û cemedê de jî heta ku mirov mecbûr nebin bila dernekevin derve; mecburîya seyeheta ku bi erebê jî çêbibe lazim e ku bila di erebeyên xwe de lastîkên zivistanê bixebitînin.” (ÎLKHA)