Li Nîjeryayê di kana madenê de hilweşîn: 9 mirî

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Cross Rîverê ya Nîjeryayê, di kana madenekî yê zêran de hilweşînek pêk hat, li gorî dîyarîyên ‘ewil 9 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 29.01.2022 09:09:41 / Güncelleme: 29.01.2022 09:09:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Nîjeryayê hatine bidestxistin, li kana madenekî yê nêzi bajara Calabara paytexta wîlayeta Cross Rîverê hilweşînek pêk hat, di encama hilweşînê de 9 kes canê xwe ji dest dan.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatîye destpêkirin û ji gelek kesan jî xeber nayê girtin. (ÎLKHA)