Filistînîyek li Qudsê ji teref rejima îşxalker ve hat şehîdkirin

Fahmî Hamadê ku li Qudsê jîyan dike, dema ku di mala xwe de bû ji teref rejima îşxalker ve bombeya xazê li mala wî hat avêtin, di encama bombeyê de Fahmî Hamadê 57 salî ji ber xazê fetisî û şehîd bû.

Ekleme: 27.01.2022 08:25:26 / Güncelleme: 27.01.2022 08:25:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sîyonîstên rejima îşxalker êrîş li kampa miltecîyan yê li Kalandîayê ye kirin. Sîyonîstên îşxalker di dema êrîşê de gelek bombeyên xazê avêtin nav çadiran.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin, Fahmî Hamadê ku nexweşînê wî yê kronîk heye, di dema êrîşê de ji xazê tesîrdar bû û hat rakirin nexweşxanê.

Hat destnîşankirin ku li Hamadê di nexweşxaneyê de midexele hat kirin lê digel bi temamê midexeleyan şehîd bû.

Hat ragihandin ku di encama êrîşê de 6 Filistînîyên dinê jî birîndar bûn. (ÎLKHA)