Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ji kesên feqîr û jar re goştê sor û erzaq belav kir

Temsîlkarîya Weqfa Karwana Hêvîyê ya li Mêrdînê di meha zivistanê de ji malbatên feqîr, jar û sêwî re alîkarî kir.

Ekleme: 25.01.2022 15:05:33 / Güncelleme: 25.01.2022 15:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê alîkarîyên ku hatin kirin de ji teref Fatîh Akmanê Temsîlkarîya Weqfa Karwana Hêvîyê ya li Mêrdînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Akman di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew di sala nû de jî xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomînin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Me ji bo wan birayên xwe yên ku rewşa wan nebaş e xebata alîkarîyê da destpêkirin û di vê bergehê de ji malbatên feqîr, jar û sêwî re alîkarîya goştê sor û erzaqê kir.Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike.”(ÎLKHA)