Almanya: Dibe ku em Telegramê qedexe bikin

Nancy Feserê Wezîrê Karên Hindîr yê Almanyayê daxuyand ku, dema ku Telegram ji welat re temsîlkarekî fermî tayîn neke dibe ku sepan bê qedexekirin.

Ekleme: 12.01.2022 14:35:28 / Güncelleme: 12.01.2022 14:35:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nancy Feserê Wezîrê Karên Hindîrê yê Almanyayê ji rojnameya Alman Dîe Zeîtê re axivî û di axivandinê de ji Wezîr re pirsa Telegramê ku di welat de temsîlkarekîyê wî tuneye ew ê bê qedexekirin an jî na hat pirsîn, wezîr jî ji vê pirsê re bersiv da.

Feser di bersiva xwe de îfade kir ku qedexekirin çareserîyekî dawîn e û ev tişt jî mumkin e.

Hikumeta Berlînê, ji Telegramê daxwaz kir ku bila temsîlkarekî yê li gorî qanûna bê tayînkirin, bi vî awayî rakirina sireca tiştên ku bêqanûn in ew ê bi lez bibe.

Li gorî rayedaran , ji navenda Telegramê ku li Dubaîyê ye re ji bona rakirina tiştên bêqanûn daxwaz tê şîyandin û ev demajo jî gelek dirêj dibe. (ÎLKHA)