Li Fîlîpînê di girtîgehê de îsyan derket: 6 mehkûm mirin

Li Fîlîpînî di nav mehkûman de pevçûn pêk hat , di encama pevçûnê de 6 kes canê xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.01.2022 15:40:28 / Güncelleme: 11.01.2022 15:40:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji medyaya welat hatine bidestxistin, mesele li Manîlaya paytexta Fîlîpînî pêk hat. Minaqeşeya ku di nav 2 mehkûman de dest pê kir ji ber tevlîbûna mehkûmên dinê jî minaqeşe bû pevçûnekî mezin.

Li gorî dîyarîyên ‘ewil 6 mehkûm canê xwe ji dest dan, 33 mehkûm jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku ji ber pevçûnê di girtgehê de tedbîrên ewlehîyê hat zêdekirin û midûrê girtigehî jî ji wezîfê hat girtin.

Hat ragihandin ku kapasîteya girtîgehê ji bona 200 kesan e, lê di girtîgehê de 1900 mehkûm tên girtin. (ÎLKHA)