Li Endonezyayê lehî: 6 mirî

Li wîlayeta Papuaya Endonezyayê ji ber lehî û hezazê 6 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 07.01.2022 15:30:30 / Güncelleme: 07.01.2022 15:30:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref rayedarên wîlayeta Papuayê ve hat ragihandin, ji ber barana ku ji êvara pêncşemê  vir ve dibare, di bajara Jayapura û hinek hereman de bû sebeba lehî û hezazê.

Rayedaran îfade kirin ku heta niha 6 kes canê xwe ji dest dan, 500 kes jî ji cîhê xwe bûn.

Li gorî vîdeoyên ku di hîsabên medyaya civakî de hatine belavkirin, tê dîtin ku hinek mal û dikan di bin avê de mane.

Hat destnîşankirin ku ekîbên lêgerînê bi kelekan ji mirovên ku ji lehîyê tesîrdar bûne re bûn alîkar. (ÎLKHA)