Li Wanê rêya 347 gundan ji ber berfê hat girtin

Li Wanê rêya 347 gundan ji ber berf û bagerê hat girtin.

Ekleme: 21.12.2021 10:35:29 / Güncelleme: 21.12.2021 10:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Şarederîya Mezin a Wanê ve hat daxuyandin ku ji ber barîna berfê û bagerê li navçeyên Miksê 74, Elbakê 77, Çaldiranê 9, Paxê 52, Westanê 14, Payîzavayê 95, Îpekyoluyê 6, Bêgirê 15 û Serayê jî 5 bi tevahî 347 rêyên gundan hat girtin.

Hat destnîşankirin ku xebatên ji bona vekirina rêyan berdewam dike.

Ji teref  Walîtîya Wanê ve hat daxuyandin ku ji ber zêde barîna berfê  li Miksê, Elbakê û Paxê ji perwerdehîyê re rojekî navber hat dayîn. (ÎLKHA)