Mesrûr Barzanî: Ji bo alîkariya ziyandîtiyên lehiyê tişta ji destê me tê emê bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê lehiya li Hewlêrê û ziyanên wê de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku tişta di şiyana wan de ye, ew dê ji bo ziyandîtiyên lehiyê bikin.

Ekleme: 19.12.2021 11:40:26 / Güncelleme: 19.12.2021 11:40:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî de got, “Tevî ku lehî karesateke xwezayî ye jî, ev yek li pêşiya me nabe asteng ku em lêkolînan bikin bê ka egera kêmasî hene yan na.”

Mesrûr Barzanî ragihand ku wan lîjneyek ji bo lêkolînkirina bûyerê pêk aniye û tekez kir ku tişta ji destê wan tê ew dê bikin ji bo hevkarî û alîkariya ziyanpêketiyan. Jibilî hêzên polîs, Zêrevanî û Pêşmerge jî li gel tîmên xizmetguzarî û hawarçûnê, di amadebaşiyê de ne ji bo ku alîkariya xelkê bikin.(ÎLKHA)