HUDA PAR 9emîn salvegera damezrandina xwe pîroz dike

HUDA PAR di 19ê Kanûna pêşîna a sala 2012an de bi şîara “Sîyaseta Durist, Edeleta Rast” dest bi sîyasetê kir, ji ber salvegera damezrandina partîyê ew ê li Enqerê bernameyekê bi şîara “Îxtîyacîya Welat ji HUDA PARê Heye” saz bike.

Ekleme: 18.12.2021 10:45:29 / Güncelleme: 18.12.2021 10:45:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku HUDA PAR salvegera partîyê di 19ê Kanûna pêşîn li roja Yekşemê de li Enqerê bi şîara “Îxtîyacîya Welat ji HUDA PARê Heye” bê sazkirin.

HUDA PARa ku di 19ê Kanûna pêşîn a 2012an de bi şîata “Sîyaseta Durist, Edeleta Rast” dest bi siyasetê kir, 9emîn salvegera damezrandina xwe di 19ê Kanûna pêşîn li roja Yekşemê de li Enqerê bi şîara “Îxtîyacîya Welat ji HUDA PARê Heye” pîroz bike.

Hat îfadekirin ku HUDA PAR di Otêla Parq a The Green de bernameyekî saz bike û Zekerîya Yapicioglu yê Serokê Giştî, avakerên partîyê û rayedarên partîyê, temsîlkarên STKyan, akademîsyen, endamên çapemenîyê û gelek kesê dawetkirî jî beşdarî bernameyê bibin.

Şehzade Demîrê Berdevkê Partîyê û Sekretera Giştî yê HUDA PARê derheqê bernameyê de daxuyanîyek da û wisa got: “Em ê tev bi hevre di rojên pêş de pêşveçûna HUDA PAR bibînin.”

“HUDA PAR bedelê giran da û çi jê hat kir”

Demir di axavtina xwe de weha got, “Ji ser sazkirina partîya me 9 sal derbas bûn. Vî 9 salî him ji bona HUDA PARê him jî ji bona Tirkîyê demekî zor û zehmet bû. Herkes li gorî xwe mesulîyetên giran da li ser milên xwe. HUDA PAR jî di dema avabûna xwe de heta niha mesulîyetên ku çi jê bihata kir û wan mesuîlîyetan jî bi heq anî cîh. HUDA PAR di dema ku sîyaset bêçare ma de, dema ku pêşîya Tirkîyê hat girtin de bedelên giran da, ew çi jê dihat kir û ji sîyaseta Tirkîyê re û civakîya Tirkîyê re feyde da.”

“Yapiciogluyê Serokê Giştî dê derheqê sîyaseta Tirkîyê de peyamên muhîm bide”

Demir derheqê bernamê de axavtina xwe domand û weha got, “Amadehîyîya bernameya ku di 19ê Kanûna Pêşîn roja Yekşemê de bê kirin qedîyan. Ew ê bername bi beşdarbûna avakerên partîyê, rayedarên navendî, akademîsyenên muhîm yên Tirkîyê, rayedarên STKyan, şîrketên lêgerîn û çapemenîyan bê kirin. Ev bername dê di gelek qenalên televîzyonê de  zindî bê weşan û Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî derheqê sîyaseta Tirkîyê de peyamên muhîm bide.”

“Tev bi hev re HUDA PARê bişopînin”

Demir di beredewama axavtina xwe de weha got: “Em dixwazin ku ev mesele bê fehmkirin. Tirkîyê di dema bê de dê bi pirsgirêkên muhîm re eleqeder bibe. Nîqaşên di nav sîyaseta Tirkîyê de roj bi roj geştir dibe û gelek pirsgirêkên ku divê bê çareserkirin li pêşîya Tirkîyê ye. HUDA PAR di vê pêvajoya ku Tirkîyê bikeve pirsgirêkên mezin ji bona lazimatîyê çi hebe amade ye. Kadroyên xwe tev temam kirîye. Bi unsûr û vîzyona xwe ji bona çareserîyê daîma gotinên ku bibêje hebûye. Di dema nû de jî amade ye. Em difikirin ku HUDA PAR di demajoya pêşîya me de û di mijara sîyasetê ku asteng dike de ew ê mesulîyetên mezin bigre li ser milên xwe. Tev bi hevre HUDA PARê bişopînin.”

“Feraseta çareserîyê ya ku HUDA PAR danîye holê hema hema di çareserîya temam meseleyan de xwe nîşan daye”

Demir di dawîya axavtina xwe de weha got, “Malum e ku pirsgrêkên ku Tirkîye niha dibîne car din jî nîşan dide ku lazimatîya welat ji HUDA PARê heye. Bi teybetî derheqê îqtîsadî de feraseta çareserîyê ya ku HUDA PAR danîye holê hema hema di çareserîya temam meseleyan de xwe nîşan daye û piştî gotina HUDA PARê partîyên dinê jî wek HUDA PARê xeber dan. Zêhnîyeta çareserîya HUDA PARê yê ku derheqê pirsgirêkên îqtîsadî, sîyasî û civakî de jî heta îro di temamî cihan de îsabet kiriye û edresa çareserîyê bûye. Em ê tev bi hevre di rojên pêşî de pêşveçûna berbiçav a HUDA PARê bibînin.” (ÎLKHA)