Li Kentuckyê hejmara kesên ku ji ber bager û bahozê mirin derket 80 kesan

Hat ragihandin ji ber bahoz û bagera ku li Amerîkayê rabû hejmara kesên ku can da derket 80 kesan.

Ekleme: 13.12.2021 08:50:25 / Güncelleme: 13.12.2021 08:50:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serwîsa Rewşa Hewayê ya Neteweyî ya Amerîkayê roja înê ji bo parêzgehên mîna Kentucky, Arkansas, Tennessee, Missouri û Illinois hişyarîya bager û bahozê kiribû.

Walîyê Kentuckyê Andy Beshear derbarê mijarê de destnîşan kir, li bajêr 4 bager rabûne ku ji ber vê yekê herî kêm 80 kes canê xwe ji dest dan.

Tê diyarkirin dibe ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.(ÎLKHA)