Li Herêma Kurdistanê pêşbirka “40 Hedîs” hat tertîpkirin

Li Herêma Kurdistanê bi beşdarbûna 9 hezar û 554 kesan pêşbirka “40 Hedîs” hat tertîpkirin.

Ekleme: 11.12.2021 13:40:30 / Güncelleme: 11.12.2021 13:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Rêkxirawî Geşepêdanî Qutabiyanî Kurdistan ve her sal di salvegera wîladeta Hz. Muhammed de  pêşbirka hedîsan tê tertîpkirin.

9 hezar û 554 kes beşdarî musabeqeya ku îsal ji teref Rêkxirawî Geşepêdanî Qutabiyanî Kurdistan ve hat tertîpkirin bûn. Ji 30 kesên ku di encama musabeqeyê de ketin dereceyê re xelat hat dayîn.

Rêkxirawî Geşepêdanî Qutabiyanî Kurdistan destnîşan kir, ew bi vê pêşbirkê dikin armanc xwe exlaq û jiyana Hz. Muhammed li derdorê bidin nasîn û wezîfeya xwe ya li hember Hz. Muhammed bi cî bînin.(ÎLKHA)