Ebû Zuhrî: Mescîdî Eqsa di bin talûkê da ye

Samî Ebû Zuhrîyê rayedarê HAMASê destnîşan kir, êrîşên ku di dema dawîn de li mizgeftan tên kirin êdî gihîşt rewşekî talûke, ji bona parastina muqaddesatan lazim e ku ummeta Îslamê temamê îmkanên xwe seferber bikin.

Ekleme: 10.12.2021 14:20:26 / Güncelleme: 10.12.2021 14:20:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji rejima îşxalker a ku êrîş bir li ser Mescîdî Eqsa û Harem-î Îbrahîm re li tevahîyê dinyayê  bertek tê nîşandan. Samî Ebû Zuhrîyê Serokê Daîreya Sîyasî yê Derveyê Filistînê yê HAMASê derheqê meselê de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da.

“Hewl tê dayîn da ku Mescîdî Eqsa ji hêla  wext û mekan ve bê parvekirin”

Ebû Zuhrîyê ku di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir Mescîdî Eqsa daîma dûçarî êrîşên mezin dibe, di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ev êrîş bi taybetî ji bo girtina derîyê mizgeftê û qedexe kirina nimêjê tên kirin. Di encama wan êrîşan de, ji bona xesp kirina mizgeftê ji îşxalkerên sîyonîstan re rê tê vekirin û ji bona ku di nav mizgeftê de jî îbadetên xwe bikin dibe sebeb.Ev êrîşên ku li Mescîdî Eqsayê tê kirin êdî gihîşt rewşekî talûke. Bi van êrîşan ve ji bona parkirina Mescîdî Eqsayê temel tên avêtin. Ji ber vê yekê tê hedefkirin ku ji bona Cihûyan di Mescîdî Eqsayê de qisma îbadetê bê vekirin û wexta îbadetê bê tayînkirin. Lê ev pilanên ku Mescîdî Eqsayê ji bona Cihûyan bikin cîhê destavxanê gelekî talûke ye.”

Pilanên cihûkirinê yên li ser  Mescîdî Eqsayê

Ji alîyê din ve Ebû Zuhrî îfade kir ku êrîşên ku sîyonîst dikin ne ev tenê ne û axavtina xwe weha domand, “Xeyn ji van êrîşan bi astengkirina têketinê û dûrkirina ji Mescîdî Eqsayê yên Murabitên ku Mescîdî Eqsayê diparêzin, hetta carna terkkirina wî bajarê û ji bona xirakirina Mescîdî Eqsayê di bin mizgeftê de xebatên kolanê tê kirin ku bi vê yekê ve Pilanên cihûkirinê yên li ser  Mescîdî Eqsayê tên kirin.

“Ûmmeta Îslamê ji bona parastina Mescîdî Eqsayê lazim e ku temamê îmkanên xwe seferber bikin!”

Samî Ebû Zuhrî bi bîr xist ku talûkeya sîyonîstên îşxalkeran ku xirakirina Mescîdî Eqsayê û di cîhê wî de ji bona Cihûyan cîhê îbadetxane çêkirin gihaşt rewşekî talûke û Ebû Zuhrî di axavtina xwe de ji Ûmmeta Îslamê re bang kir û weha berdewam kir, “Wa ji ber vê yekê lazim e ku ji teref  Ûmmeta Îslamê ve, talûkeya ku Mescîdî Eqsa tê da ye bê fehmkirin û hemû kes bi îmkanên xwe ji bona parastina mizgeftê alîkarîyê bike û xwe seferber bike.”

“Misilman di Herêma Îbrahîm de nikarin îbadetên xwe bikin!”

Ebû Zuhrî îfade kir ku Mizgefta Herêma Îbrahîm yê li bajara El-Xalîlê ye jî ji êrîşên mezin re dûçar dibe û li axavtina xwe weha dewam kir, “Mînaka dawîn  wan êrîşan ji teref sergerdê sîyonîstan ve hat kirin. Lê malesef di vê mizgeftê de îbadetên misilmanan sînor kirine û ji bona ku misilmanan îbadetên xwe bi rehetî û bi dil bikin îzîn nayê dayîn. Wan îşxalkeran di wê dema kêm de jî nahêlin ku bila misilman têkevin mizgeftê û ji misilmanan re tengasî derdixin. Ji xeynî vê, ji teref sîyonîstên îşxalker ve ji misilmanên ku ji bona nimêja xwe bikin diçin mizgeftê jî êrîş tê kirin.”  (ÎLKHA)