NY: Li Yemenê di şerên 3 mehên dawî de 170 sîwîl canê xwe ji dest dan

Ofîsa Koordînasyona Alîkarîya Însanî ya NYê ya li Yemenê destnîşan kir, di şerên ku di 3 mehên dawî de li Yemenê pêk hatin de 170 sîwîl canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 09.11.2021 11:15:29 / Güncelleme: 09.11.2021 11:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji ber şer û pevçûnan zirareke mezin digihije sîwîlan û dû re wiha hat gotin: “Di şerên ku di 3 mehên dawî de li Yemenê pêk hatin de 170 sîwîl canê xwe ji dest dan û 359 sîwîl jî birîndar bûn.”(ÎLKHA)