Rejîma dagirker li Şerîeya Rojava di serdegirtinan de 8 Filistînî binçav kirin

Rejîma îşxalker a siyonîst bi serdegirtinên ku li deverên cuda yên Şerîeya Rojava kir, 8 kes binçav kirin ku yek ji wan Serokê Cepheya Gel a Rizgariya Filistînê (PFLP) jî heye.

Ekleme: 29.10.2021 12:15:24 / Güncelleme: 29.10.2021 12:15:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zilm û zordarîya rejîma îşxalker a siyonîst bênavber berdewam dike.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Filistînê de cih girtin, dagirkeran; Sabîr Cebrûn, Îmran Eş-Şevbekî û Îzzeddîn Ebû Şenneb ên ji Kampa Penaberan a Leşkerê Nû ya li rojhilatê Nablusê desteser kirin.

 Hate diyarkirin ku piştî ku dagirkeran êrîşî vê kampê kirin bi dehan ciwanên Filistînî li ber xwe dan.

Di serdegirtina li bajarê Ramallahê de, Serokê Cepheya  Gel a Rizgariya Filistînê Beşîr El-Hayrî 78 salî ku berî niha di zindaneke dagirkeriyê de mabû, hat binçavkirin.

Dagirkerên ku ketine mala El-Xeyrî û lêgerîn kirin, ew birin cihekî nediyar. Leşkerên dagirker û terorîst kesên bi navê Abdullah Ziyab û Ehmed Ziyab ên ji Kalkiyê; Cewad Derviş û Bilal Derviş ji Cenînê desteser kirin.. (ÎLKHA)