Li Çînê di febrîqa kîmyayê de teqîn: 4 mirî

Li Çînê di fabrîqeyeke kîmyayê de teqîn çêbû, di teqînê de 4 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 23.10.2021 09:40:27 / Güncelleme: 23.10.2021 09:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li febrîqeyeke tesîsa kîmyasalê ya li herêma Alashan Aîmag a li Herêma Otonoma Moxolîstana hundir  teqîn çêbû.

Hat ragihandin ku di encama teqînê de 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Hat dîyarkirin ku piştî teqînê di febrîqê de agir derket û ji teref ekîbên îtfaîyên ve agir hat tefandin.

Sebeba teqînê hêj nayê zanîn. (ÎLKHA)

 

 



Etiketler: