Wezîrê Daristan û Çandinîyê hişyarîya barana zêde kir

Bekîr Pakdemîrlîyê Wezîrê Daristan û Çandinîyê ji bo çend bajarên herêma Behra Reş hişyarîya barana zêde kir.

Ekleme: 13.08.2021 17:05:31 / Güncelleme: 13.08.2021 17:05:31 / Xeberen Kurdi / Kastamonu Haberleri
Destek için 

Wezîr Pakdemîrlî di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, li gorî nirxandinên dawî yên ku ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve hat kirin dibe ku li Rîze, Ordu û Trabzonê baraneke zêde bibare.

Pakdemîrlî di berdewama daxuyanîya xwe de ji welatîyan daxwaz kir ku haya xwe ji xwe bikin û bi tevdîr hereket bikin.(ÎLKHA)