Birûskê li kerîyê pez da: 30 mih telef bûn

Li Gevera Colemêrgê birûskê li kerîyê pez da, di encama bûyera ku pêk hat de 30 mih telef bûn.

Ekleme: 07.08.2021 18:05:22 / Güncelleme: 07.08.2021 18:05:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin li Gevera Colemêrgê birûskê li kerîyê pez da, di encama bûyera ku pêk hat de 30 mih telef bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Gevera Colemergê kesê bi navê Şahîn Talî ji bo heywanên xwe bide çêrandin ew birin çêrgehê. Di dema ku pez diçêrîya birûskê li heywanan da. Di encama bûyera ku pêk hat de 30 mih telef bûn.(ÎLKHA)