HUDA PARê derheqê qetlîama ku li Konyayê hat kirin de komîsyona lêkolînê damezrand

Bi talîmata Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, di bin serokatîya Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mahmut Şahîn de derheqê qetlîama ku li Konyayê hat kirin de komîsyonek hat damezrandin.

Ekleme: 05.08.2021 08:45:43 / Güncelleme: 05.08.2021 08:45:43 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komîsyona ku hat damezrandin dest bi xebata xwe kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mahmut Şahîn derbarê mijarê de destnîşan kir: “Bi talîmata Serokê me yê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu em hatin Konyayê.Me xwest ku em temamê hûrgilîyên meseleyê hîn bibin. Xweda nesîb bike em ê xebatên xwe wek raport amade bikin û bi raya giştî re parve bikin.”(ÎLKHA)