Talîban Tirkîyê hişyar kir: Ger ji Efxanistanê derneyê em ê Tirkîye îşxalker bihesibînin!

Talîbana ku li Efxanistanê her ku diçe hêza xwe zêde dike û zêdetir herêman bi dest dixe Tirkîyê di warê mayîna li Efxanistanê de hişyar kir.

Ekleme: 13.07.2021 16:09:48 / Güncelleme: 13.07.2021 16:09:48 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Mucahîd di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir li gorî Peymana Dohayê ya ku ji teref Tirkîye bi xwe ve jî hatiye qebûlkirin divê temamê hêzên biyanî ji Efxanistanê vekişin û dû re wiha pêde çû: “Birêveberîya Tirk bi Amerîka re li hev kir û bi emrê Amerîka biryar da ku leşkerên xwe li Efxanistanê bihêle û îşxalê berfireh bike ku ew vê biryara wan bi şikleke herî tund şermezar kirine.”

Mucahîd di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, leşkerên kîjan welatî dibe bila bibe ferq nake, di nez da me de temamê leşkerên biyanî îşxalker in û dû re wiha got: “Ger Tirkîye ji Efxanistanê leşkerên xwe venekişîne ew ê ev yek bibe sedema hisûmetê. Ger rayedarên Tirk biryara xwe neguherînin û îşxala li welatê me bidomînin ew ê Emîrtîya Îslamê û gelê Efxanê  çawa ku 20 salan li dijî îşxalê micadele kiribe ew  ê bi heman awayî micadele bike.”(ÎLKHA)