Wesayîta Pêşmergeyekî ku PKKê ew revand qeza kir: Pêşmergeyek û 2 PKKyî mirin

Hat ragihandin PKKyîya li herêma Pişdêrê PKKyîyan digel Pêşmergeyekî dest danîn li ser wesayîta wî ku di dema ajotina wesayîtê de qeza pêk hat.

Ekleme: 01.07.2021 11:40:25 / Güncelleme: 01.07.2021 11:40:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyan di encama qezaya ku pêk hat de Pêşmergeyek û 2 PKKyî mirin.

Berdevkê Polêsê Parastina Sîwîlan ê Raperînê derbarê mijarê de destnîşan kir, Pêşmergeyê ku ji teref PKKyîyan ve hat revandin di Yekîneya 70emîn a Pêşmergeyan de wezîfedar e û dû re wiha got: “ Doh êvarî 2 PKKyî dest danîn li ser Pêşmergeyekî û bi zor û gefan digel Pêşmergeyê bi navê Elî Ebdullah xwestin biçin gundê Sûredê ku di rê de qezayek pêk hat. Ji ber qezaya ku pêk hat Pêşmergeyek û 2 PKKyî mirin.”(ÎLKHA)