Di xwepêşanên li Rûsyayê de gelek kes hatin binçavkirin

Bi banga Navalnyê lîderê mixalif li tevahîya weltê li zêdetirî 60 bajarî xwepêşan hatin lidarxistin.

Ekleme: 23.01.2021 16:20:39 / Güncelleme: 23.01.2021 16:20:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Terefdarên Navalny ên ku xwe berdan kolanan binçavkirina Navalny  protesto kirin.

Hêzên ewlehîyê midaxeleyî xwepêşanan kirin. Di encama midaxeleya ku hat kirin de zêdetirî 50 kesî hatin binçavkirin.

Serokê Şaredarîya Moskovayê derbarê xwepêşanan de destnîşan kir, xwepêşanên ku tên kirin ne yên qebûlkirinê ne.

Navalnyê ku bi jehrê ketibû û li Almanyayê dihat tedawîkirin di 17ê Çileyê de vegerîyabû Rûsyayê ku hema di cî de hat binçavkirin.(ÎLKHA)