Walîyê Dihokê: “PKK û Tirkîye çima şerê xwe tînin welatê me?”

Elî Teterê Walîyê Dihokê yê ku destnîşan kir, ew ji bo ku karibin li welatê xwe bi azadane bijîn ev qas şehîd dane.

Ekleme: 13.12.2020 17:15:19 / Güncelleme: 13.12.2020 17:15:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Teter di berdewama daxuyanîya xwe ya da encamên çapemenîyê de axavtina xwe wisa domand: “Mixabin şer û pevçûna di navbera hêzên PKKê û Tirk de hat veguhastin vê Herêma Kurdistanê ku ev yek zirareke mezin da herêmê.Bes ji ber vê yekê bi sedan gundên me nikarin bên îmarkirin.”

“Ger ew ê şer bikin bila herin li herêma xwe şer bikin”

Teter di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser zirarên şerê PKK û Tirkîyê ji wan re dibe sedem û wiha got: “Çima şerê xwe tînin welatê me û li vê derê dibin sedema zirardîtina gelekî? Em ji her du terefan jî daxwaza dawîanîna şer dikin, heger dawî li vî şerî nayênin bila herin şerên xwe li mala xwe bikin. Xelkê me êdî westîya. Ji sala 1988an vir ve xelkê Nerwerekan ji axên bav û kalên xwe mahrûm maye. Dema ku gundî diçin gundên xwe bi balafiran tên hedefgirtin ku gel êdî ji vê yekê pir aciz bû. Ji ber ku şerê welatekî tênin li Kurdistanê dikin em vê yekê şermezar dikin. Em hêvî dikin ku vî şerî ji vê derê bibin qadên xwe bi xwe.”(ÎLKHA)