Li Yozgatê otobusa rêwîyan qeza kir: 17 birîndar

Li navçeya Sorguna Yozgatê otobusa şaredarîyê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 17 kes birîndar bûn.

Ekleme: 19.10.2020 13:25:28 / Güncelleme: 19.10.2020 13:25:28 / Xeberen Kurdi / Yozgat Haberleri
Destek için 

Qeza li nêzî Taxa Hoşumluyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa şaredarîyê ya bi plaqeya 66 LM 540 a ku ajokarê wê A.Y. bû ji kontrolê derket û qulibî.

Di encama qezayê de şofêr û 16 rêwî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)