Mesûd û Nêçîrvan Barzanî êrîşa ku li ser avahîya PDKê hat kirin şermezar kirin

Îro di wextên şeveqê terefdarên Heşdî Şabî, li ber avahîya PDKê ya li Bexdayê civîyan û xwepêşan lidar xistin. Piştî demekê xwepêşandêran êrîş birin li ser avahîya PDKê û ala Kurdistanê û sûretên rayedarên Kurdistanê şewitandin.

Ekleme: 17.10.2020 15:25:14 / Güncelleme: 17.10.2020 15:25:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê vê êrîşa ku hat kirin de ji teref  Serokê PDKê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê û serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama ku belav kir de destnîşan kir: “Bi navê xwedayê mezin û dilovan. Nûçeya êrîşkirina li ser Baregeha Leqa 5 ê PDK ya ji aliyê taqimeke têkderan ve gihîşt ku li encama wê kirdara neyasayî da sivikayetiyê bi ala pîroza Kurdistan û ala PDK hatiye kirin.Bi tundtirîn awayî wê êrîşa nemerdane şermezar dikîn û li vir da radigihînîn ev cûre êrîş û destdirêjî, bi ti awayekê pêgeha Kurd û bihayên bilindên gelê Kurdistanê kêm nakin, lê belê bi rûnî paşketî û bê çandî û eqliyeta wê taqima şerxwaz ji bo hemû aliyek zelal dike.Em li benda Hikûmeta Federaliya Iraqê ne ku rêkarên pêwîst li beramber wan êrîşan li ber bigrê, li heman demê de jî tekez li wê yekê dikîn ewên bixwazin êrîşî PDK bikin û sivikayetiyê bi bihayên gelê Kurdistanê bikin, dawiyê de baca wê karê xwe didin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di daxuyanîya ku belav kir de êrîşa ku hat kirin şermezar kir û derbarê mijarê de wisa got: “ Ez ji hikûmeta Iraqê dikim ku li ser vê êrîşa ku hatiye bisekinin, lêkolîn û lêpirsîna pêwîst bidin destpêkirin û kesên êrîşkar bigirin.”(ÎLKHA)