Li Wanê 23 kîlo tiryak hat bidestxistin

Di encama operasyona ku li navçeya Westana Wanê hat lidarxistin de 23 kîlo tiryak hat bidestxistin.

Ekleme: 04.09.2020 10:20:15 / Güncelleme: 04.09.2020 10:20:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; wesayîteke şikdar li navçeya Gewaşa Wanê hat sekinandin û lêgerîn tê de hat kirin. Di encama lêgerîna ku hat kirin de 14 kîlo û 295 gram eroîn û 9 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin û ajokarê bi navê M.K. hat binçavkirin.(ÎLKHA)