Saglam: “Ez wê êrîşa ku li endamên Koma Desteka Civakî ya Vefayê hatiye kirin telîn dikim”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji Xwedê ji bo wan kesên ku di êrîşa ku li Qerqelîya Wanê li endamên Koma Desteka Civakî ya Vefayê hatiye kirin de canê xwe ji dest dan rehmet teleb kir.

Ekleme: 15.05.2020 09:35:13 / Güncelleme: 15.05.2020 09:35:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; ew wê êrîşa ku li endamên Koma Desteka Civakî ya Vefayê hatiye kirin telîn dike û dû re wiha got: “Ez wê êrîşa ku li Qerqelîya Wanê li endamên Koma Desteka Civakî ya Vefayê  yên ku alîkarî dibirin gundê Egrîbereya hat kirin telîn dikim û  ji Xweda ji bo wan kesên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dan rehmetê û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikim. Xweda sebra cemîl bide nasên kesên ku canê xwe ji dest dan.”(ÎLKHA)