2 kolberên din canê xwe ji dest dan

Li ser sînora Kurdistana Başûr û Rojhilat 2 kesên ku kolberîyê dikirin canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 10.05.2020 10:35:12 / Güncelleme: 10.05.2020 10:35:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin welatîyekî ku kolberîyê dikir bi berika ku ji teref leşkeran hat berdan canê xwe ji dest da û kolberekî din jî ji cihekî bilind ket û canê xwe ji dest da.

Tê diyarkirin bûyer li bajaroka Belkesora girêdayê Xoya Kurdistana Rojhilat pêk hat. Navê kesên ku canê xwe ji dest dan Loqman Çargoşe û Keywan Kewserî ye. Di encama berdana berikan a ji teref leşkeran ve de 2 kesên bi navê Mensûr Çargoşe û Meysem Muhammedî jî birîndar bûn.(ÎLKHA)