Kanada dê fikrotina çekên otomatîk qedexe bike

Serowezîrê Kanadayê Justin Trudeau destnîşan kir ew ê li Kanadayê fikrotina çekên otomatîk bê qedexekirin.

Ekleme: 02.05.2020 13:55:06 / Güncelleme: 02.05.2020 13:55:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Trudeau di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Em ê teqez firotina çekên otomatîk qedexe bikin. Em plan dikin ku li welêt firotina çekan  bê xistin bin kontrolê û firotina çekên otomatîk bê qedexekirin. Ew ê  qedexe di rojên pêşîya me de bikeve merîyetê.”

Heftîya borî kesekî bi navê Gabriel Wortmanê 51 salî êrîşeke çekdarî li dar xistibû û 22 kesan kuştibû.(ÎLKHA)