Li Iraqê ji ber Covîd-19 dê nimêja înê neyê kirin

Li Iraqa ji ber corona vîrusa ku li temamê cîhanê belav bû û li Iraqê bû sedema mirina 8 kesan dê nimêja înê neyê edakirin.

Ekleme: 13.03.2020 09:05:14 / Güncelleme: 13.03.2020 09:05:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber corona vîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê li Iraqê heta niha 8 kes canê xwe ji dest dan. Ji bo ku belavbûna corona vîrusê bê girtin ji teref Konseya Fetwayê ya Bilind a Dîwana Weqfên Sûnnî yên Iraqê ve hat diyarkirin ew ê li temamê welêt nimêja înê neyê edakirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin qerara ku hatiye dayîn dê heta daxuyanîyeke din berdewam bike.(ÎLKHA)