NY:Ji ber pevçûnên ku li Îdlîbê pêk tên 830 hezar kes ji cihê xwe bûn

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarrîc destnîşan kir ji ber pevçûnên ku li Îdlîb, Heleb, Sarmîn û Atarîbê berdewam dikin bi sed hezaran kes warên xwe terk kirin.

Ekleme: 15.02.2020 10:40:13 / Güncelleme: 15.02.2020 10:40:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dujarrîc di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji sedî 80yê kesên ku mecbûr dimînin koç bikin zarok û pîrek in  û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji serê meha kanûnê vir ve zêdetirî 830 hezar kes û di nav 3 rojên dawî de jî 143 hezar kes ji ber pevçûnan warên xw e terk kirin.”(ÎLKHA)