Rûhanî: Me ji ber daxwaza gelê xwe baregaha Ayn el-Esad hedef girt

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanîyê ku doh beşdarî meşa ku ji ber salvegera 41emîn a Şoreşa Îranê hat lidarxistin bû destnîşan kir ew ji ber daxwaza gelê xwe baregaha Ayn el-Esad hedef girtin.

Ekleme: 12.02.2020 10:35:13 / Güncelleme: 12.02.2020 10:35:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rûhanî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê di wê pêvajoyê de li gorî daxwaza gel hereket kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em telebên gelê xwe bi cî tînin. Di merasîma cenazê ya Şehîd Qasim Silêmanî de gel ji hikûmetê daxwaz kir ku ew bersiveke tund bidin Amerîka ku ji ber vê daxwazê Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê jî baregaha Amerîka ya Ayn el-Esad hedef girt.”(ÎLKHA)