Li Iraqê terefdarê es-Sadr û xwepêşandêr pev çûn: 8 mirî

Li Necefa bajara Iraqê di pevçûna ku derket de 8 kes canê xwe ji dest dan û 52 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 06.02.2020 10:45:06 / Güncelleme: 06.02.2020 10:45:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera terefdarên es-Sadr ên ku xwestin têkevin Qada Sadreyna li Necefê û xwepêşandêrên li qadê de pevçûn derket.

Di pevçûna ku derket de dar û çek hatin bikaranîn. Di encama pevçûna ku derket de ji her du alîyan 8 kes canê xwe ji dest dan û 52 kes jî birîndar bûn.

Ji teref Muhammed Tewfîq Allavîyê ku jê re wezîfeya damezrandina hikûmetê hat dayîn ve daxuyanîyek hat dayîn.

Allavî di daxuyanîya xwe ya ku da de bang li hikûmeta heyî re bang kir da ku xwepêşandêran biparêze.(ÎLKHA)