Ji her qewmî Misliman peyama hevpar dan: Em ummetek in!

Xortên ku xwendekarên zanîngehê ne û qewm û welatên wan ji hev cuda ne ji kameraya Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê re destnîşan kirin “Em Ummetek in.”

Ekleme: 04.02.2020 16:09:26 / Güncelleme: 04.02.2020 16:09:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xortên alema Îslamê di peyama ku dan de destnîşan kirin bila îxtîlafa di nav alema Îslamê de bi dawî bibe û digel temamê cudahîyên xwe bila Mislimanan werin ba hev û bibin yek.

Xortên Misliman ên Endonezya, Senegal, Fas, Iraq, Kurdistan, Sudan, Sûrîye, Somalî, Pakistan, Tunus, Cîbutî, Filistîn, Çeçenistan, Malezya, Morîtanya û Lîbyayî bi zimanên xwe gotin ku “Em Ummetek in” û ji dinyayê re peyama wehdeta Mislimanan dan.(ÎLKHA)