Li Iraqê wezîfeya damezrandina hikûmetê ji Tewfîq Allavî re hat dayîn

Berhem Salihê Serokomarê Iraqê wezîfeya damezrandina hikûmetê da Muhammed Tewfîq Allavîyê wezîrê berê yê ragihandinê.

Ekleme: 02.02.2020 10:20:11 / Güncelleme: 02.02.2020 10:20:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Allavî piştî ku wezîfeya damezrandina hikûmetê jê re hat dayîn re ji bo xwepêşandêran daxuyanîyek belav kir.

Allavî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Heta ew kesên ku xwepêşandêran kuştine bên cezakirin,  micadeleya bi bêrêtîyê re bi ser bikeve, aborî baş bibe û hilbijartina pêşwext bê kirin xwepêşandanên xwe bidomînin. Ger komên siyasî ji bo kabînê namzedên xwe li ser min ferz bikin ez ê ji wezîfê vekişim û ez ê vê yekê bi şiklekek eşkere bi we re parve bikim.Hûn ji welêr derketin kolanan. Ger ez telebên we bi cî neyênim wê demê tê famkirin ku ez vê wezîfê heq nakim.”(ÎLKHA)