Li Entelyayê mîdîbus qulipî: 19 birîndar

Li Serîka navçeya Entelyayê di encama qulipîna serwîsa karkerên otelekê de 19 kes birîndar bûn.

Ekleme: 20.04.2024 14:05:17 / Güncelleme: 20.04.2024 14:05:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di demên sibehê li ser rêbeja D-400ê de pêk hat.

Li gor agayiyê hat bidestxistin, mîdîbusa serwîsê ya ku di bin kontrola A.K.yê de bû û karkerên otelekî vediguhast, ji ber ku şifêrê mîdîbûsê, li otomobîla ku di carekê de derket ber wî nexe dîreksîyon zîvirand û mîdîbûs di rîya şil de şemitî. Di encama şemitînê de mîdîbus pêşî derket ser refujê, dû re jî li sênceyê ket û qulipî.

Di encama qezayê de 19 kes birîndar bûn. Li ser xeberdayînê gelek ekîbên tendirustî, îtfaiye û polîs hatin cihê bûyerê. Birîndar bi ambûlansan hatin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Serîkê.

Di heqê qezayê de lêpirsîn hat detspêkirin. (ÎLKHA) 



Etiketler: