Rejîma terorê serdegirtinên bi ser malan de didomîne

Leşkerên qaşo yên rejîma teror û îşxalê li Şerîaya Rojava serdegirtinên bi ser malan de didomîne.

Ekleme: 18.04.2024 15:05:36 / Güncelleme: 18.04.2024 15:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên îşxalker doh êvarî li bajarên Nablus û Kalkîyaya Şerîaya Rojava di ser gelek malan de girtin.

Derbarê mijarê de ji teref Kuluba Êsîrên Filistînî ve hat ragihandin di serdegirtinên ku doh êvarî li bajarên Nablus û Kalkîyaya Şerîaya Rojava ji teref siyonistan ve hatin kirin de gelek Filistînî hatin desteserkirin ku bi desteserkirin dawî hejmara kesên êsîr hatine girtin ji 7ê Cotmehê vir ve derket 8 hezar û 270 kesan.(ÎLKHA)