Rejîma îşxalker dîyar kir ku wê bersivê bidin êrîşa Îranê

Herzî Halevîyê endamê kabînêya şerê ya rejîma îşxalker dîyar kir ku wê bersivê bidin êrîşa asîmanî yê Îranê.

Ekleme: 16.04.2024 13:45:22 / Güncelleme: 16.04.2024 13:45:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Halevî di daxuyanîya xwe ya ku da  de wiha got: “Em mijarê bidîqet dinirxînin û hazirîyên xwe di asta herî bilind de dikin. Îran, wê bi encamên kirînên xwe ve hevrû bibe. Emê bersiva munasîb bidin. Artêşa îsraîlê li dijî giştik tehdîtên Îran û peykên wê re hazir e."

KANa TVya rejîma îşxalker diyar kir ku hêzên asîmanî yên îşxalker hazirîyên xwe yên êrîşeke li ser Îranê temam kirine lê TV di heqê dema êrîşê de tu agahî neda.

Ji aliyê din NBCya medyaya Amerîkayê jî diyar kir ku êrîşa muhtemel a rejîma îşxalker a li ser Îranê pir nêz e. (ÎLKHA)