Namzedê Êlihê yê HUDA PARê Ramanli dengê xwe da

Wekîl û Namzetê Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli digel malbata xwe dengê xwe da.

Ekleme: 31.03.2024 13:05:21 / Güncelleme: 31.03.2024 13:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li herêmê karê dengdayînê di seat heftê sibehê de dest pê kir û dengdêr berê xwe dan li ser sindoqan. Wekîl û Namzetê Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli digel malbata xwe  li Lîseya Anadoluyê ya Êlihê deng da û wiha got: "Hêvîdar im heyama 5 salên pêş me bibe serdemeke ku em tê de xizmet, biratî û tije wext derbas bikin. ".

Ramanliyê ku bi malbata xwe re hat Lîseya Anadoluyê ya Êlihê, di sindoqa hejmara 1035an da dengê xwe da şaredarî, endamê meclisa şaredariyê, endamê meclisa parêzgehê û mixtarîyê.

Ramanliyê ku bi malbata xwe ra dengê xwe da, daxuyanî da endamên çapemeniyê.

Ramanli xwest ku hilbijartin ji bo Êlihê tiştên baş bi xwe re bîne û got ku wan xebateke baş a hilbijartinê meşand.

"Me hewl da ku em xwe bigihînin her kesî"

Ramanli, diyar kir ku ew hewl didin xwe bigihînin her kesî û wiha got: "Em bi kesên wekî me yên ku li Êlihê dijîn û ji berê heta niha di tengasiyên Êlihê de dijîn, hewaya wê distînin, nanê wê dixwin û ava wê vedixwin, hatin cem hev. Me hewl da ku bi rêya medyayê û bi hemû amûrên medyayê ve îfade bikin ka derdê me çi ye? Li gorî min tiştê ku me dixwest me kir."

“Bi hêviya ku 5 salên pêş me bibe serdema xizmet û biratiyê.”

Ramanli  di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Hêvîdarim ku miletê me qîmetê bide keda me û 5 salên pêş me bibe serdemek ku em 5 salên pêş me bi xizmet, biratî, sohbet û edaletê derbas bikin û kesên ku dê bixebtiin bînin ser kar. Xweda vê yekê bike wesîleya xêr û bereketan.”(ÎLKHA)