Li Wanê dikan di bin avê de man, xwedîyê dikanan ji şaredarîyê re gazinan kirin

Di seatên serê sibehê de li Wanê baranekî tund barîya, ji ber baranê gelek xanî û dikan di bin avê de man.

Ekleme: 20.03.2024 16:35:27 / Güncelleme: 20.03.2024 16:35:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li navçeya Ertemêtana Wanê dikan û xanî ji ber ku Qenala Şamranê rabû di bin avê de man, di demeke kurt de Ceddeya Îpekyolîyê jî di bin avê de ma û bû wek golê.

Welatîyan bang li rayedaran kirin lê ti kes bi wan re neketin têkilîyê.

Namzedê Serokê Şaredarîya HUDA PARê Sumen, welatîyên ku mexdur bûne zîyaret kir

Namzedê Serokê Şaredarîya Ertemêtanê yê HUDA PARê Erdal Sumen, hat cîhê bûyerê û agahîyan stand. Sumen daxwazîyê xwe yên derbasîyê teqdîm kir û bi rayedaran re ket têkilîyê.

Wezîfedarê VEDAŞê Mehmet Arîf Ebînç jî îfade kir ku ew ji bona ku li herêmê bûyerekî xerab pêk neyê ceryanê qut kirine.

Ekîbên îtfaîyeyê jî piştî 7 seatan hatin cîhê bûyerê û avê tehlîkirin. (ÎLKHA)