Li seranserê welêt Pêşbirka Sîyerê hat tertîpkirin

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve  bi temaya “Wî Bixwîne û Wî Bijî” li seranserê welêt pêşbirka sîyerê hat lidarxistin.

Ekleme: 11.02.2024 13:25:16 / Güncelleme: 11.02.2024 13:25:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îmtîhana ku bi hezaran kesên ku beşdarî bûn di seat 10.30î de dest pê kir û 90 deqîqe berdewam kir.

Di kategorîyên ewil û duyem de 60 pirs û di kategorîya sê û çarem de 75 pirs hatin kirin.

Ew ê encamên îmtîhanê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bên belavkirin.(ÎLKHA)