• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Îspanyayê bi sed hezaran kes bi slogana "Qirkirina li Filistînê bisekinînin" meşîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat  hînbûn zêdetirî 100 sazîyên sîwîl beşdarî banga  Tora Piştevanîya li Dijî Îşxalkirina Filistînê bûn û li zêdetirî 90 bajar û navçeyê bi sed hezaran kes daketin kolanan û destekên xwe ji bo Filistînê anîn zimên.

Xwepêşandêrên ku daketin kolanan banga sekinandina qirkirin û qetlîama ku li Filistînê tê kirin, kirin.

Xwepêşandêrên ku li Madrîdê kom bûn di dema xwepêşandanê de pankartên ku li ser wan “Qatil Netanyahu, Filistîna Azad, Îsraîl lê dixe Amerîka û Yekîtîya Ewrûpa sponsorîyê dike” vekirin.

Di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de xwepêşandêran ji hikûmetê daxwaz kirin ku têkilîyên xwe bi rejîma îşxalker re bibirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir