NY: 1,9 milyon Filistînî li Xezeyê ji cih û warên xwe hatin kirin
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji 1,9 mîlyon Filistînî li Xezzeyê koçber bûne ku nêzî 1 mîlyonê van kesan jin in.
![NY: 1,9 milyon Filistînî li Xezeyê ji cih û warên xwe hatin kirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/mf3vX2U5AmCIaWXPWw4NIu7sLZ4=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/03/ny-19-milyon-filistini-li-xezeye-ji-cih-u-waren-xwe-hatin-kirin-06968bc1.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) raporeke ku tê de daneyên li ser rewşa jinan a li Xezzeyê dihewîne weşand.
Di raporê de hat diyarkirin ku li Xezeyê ku nifûsa wê nêzî 2,3 milyon e 1,9 milyon kes ji cih û warên xwe hatin kirin û ji wan nêzî milyonek jin in.
Di raporê de hat destnîşankirin ku serê her saetekê ji ber êrîşên îşxalkeran 2 dayik dimirin û tê texmînkirin ku nêzî 10 hezar zarok bavê xwe winda kirine.
Nûnerê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li axên Filistînê Ajith Sunghay got, "Em li Xezzeyê digihêjin qonaxeke din a sosret. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xazzeyê nêzî 25 hezar kes mirine. Ji sedî 70ê wan jin û zarok in." (ÎLKHA)