• DOLAR 31.348
  • EURO 33.935
  • ALTIN 2063.332
  • ...
Li Meletîyê du qeza pêk hatin: 1 mirî, 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qezaya ewil li nêzê Taxa Yakincaya Yeşîlyurtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li Bûlwara Yavuz Selîmê wesayîta bi plaqeya 01 UG 827 ya ku di bin îdareya Y.G. de bû li wesayîta bi plaqeya 58 AAG 315 ku di bin îdareya E.S. de bû qelibî.

Di encama qezayê e Neşe S. (1) canê xwe ji dest da, E.S. û M.S. jî birîndar bûn.

Qezaya duyemîn jî li ser rêya Purutgeyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 44 AEJ 051 ku di bin îdareya M.B. de bû û wesayîta bi plaqeya 58 ABH 594 ku di bin îdareya B.K. de bû li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de mirovên bi navê Z.K. (41),  B.K. (7), E.K. (54) û S.K. (58) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhên bûyeran re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir