• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
“Bila baregaha radarê bê girtin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Malatyayê ji teref “Însîyatîfa ji Baregeha Radarê ya Natoyê ya li Kurecîkê na” ve li Malatyayê daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn.

Serokên bajêr ên partîyên Huda Par, Saadetê û her wisa temsîlkarên stkyan beşdarî daxuyanîyê bûn.

Xazîyê Mavî Marmarayê Mehmet Tunç li ser navê însîyatîfê daxuyanîya çapemenîyê xwend.

Tunç di daxuyanîya xwe de îfade kir baregeha radarê ya natoyê ya li kurecîkê di xizmeta siyonistan de ye û wiha got: “Fûzeyeke ku menzîla wê 1300 kîlometre te û tê avêtin hêj berî ku bighijê hedefa xwe ji teref baregeha radarê ya Natoyê ya li Kurecîkê ve tê tespîtkirin  û kordînatên wî ji siyonistan re tê şandin û bi vî awayî îşxalker tedbîrên xwe distînin. Her wisa bi saxîya baregeha radarê ya Natoyê ya li Kurecîkê mûşekên ku tên avêtin îşxalkeran û amerîkayê bataryayên pêşîgirtina mûşekan tên aktîfkirin. Yanî ger baregeha radarê ya Natoyê ya li Kurecîkê tune be ew ê nikaribin tiştekî bikin. Bi gotineke din ev baregah agahîyên muhîm didin îsraîla terorîst. Ji ber vê yekê divê baregeha radarê ya Natoyê ya li Kurecîkê ya ku ji siyonistan re xizmet dike demildest bê girtin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir