• DOLAR 32.191
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2505.68
  • ...
Qatilên siyonist ên ku êrîş birin li ser karwana ambûlansan û sûcê şer kirin, herî kêm 60 filistînîyan şehîd kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Siyonistên îşxalker û terorîst êrîşî karwana ambûlansan a ku li ber Nexweşxaneya Şifayê bûn û birîndar tê de bûn kirin.

Hat hînbûn êrîş di dema hereketkirina ambûlansên ku birîndar tê de bûn dikir ku biçe derîyê sînor a Refahê de hat kirin.

Midûrê Nexweşxaneya Şîfayê derbarê mijarê de got ku di qetlîamê herî kêm 60 kes şehîd bûne û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Rejîma terorîst û îşxalker wek her car ji bo qetlîama ku ew kiriye meşrû nîşan bide hamasê kir hedefa xwe.

Di daxuyanîya ku ji teref terorîstan ve hat belavkirin de hat diyarkirin ew endamên hamasê yên ku di ambûlansan de bûn û amadehîya êrîşê dikirin hedef girtine.

Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê yê li Xazzeyê bersiv da îddîa û derewên siyonistên ku derewê wek operasyonên îdrakê bi kar tînin.

Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê yê li Xazzeyê  Eşref el Kudra di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Em wan îddîayên ku ambûlans ji teref berxwedêrên Filistînî ve dihat bikaranîn red dikin. Rejîma siyonist wek her car derewan dike û mesûlîyetê nagire li ser xwe.”

El Kudra di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, êrîşê wek cinayetê bi nav kir û got ku ev yek bi plan hatiye kirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir