• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Bolîvya, bi rejîma îşxalkeran re minasebetên xwe yên dîplomatîkî qut kir: HAMASê qerarê teqdîr kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HAMAS derheqê ev meseleyê de peyamek belav kir û di peyama xwe de weha got:

“Em ev sekina wêrek yê hikumeta Bolîvyayê ku bi wan sîyonîstên îşxalkeran ku êrîşên faşîstane kirine, sûcan kirine û li Xezzeyê li dijî xelkê me qetlîaman lidarxistine re minasebetên xwe qut kirîye gelek teqdîr dikin.

Bi vê wesîleyê em ji welatên Erep û Îslamê yên ku bi wan sîyonîstan re “normal” bûne re cardin bang dikin ku bila hemû minasebetên xwe yên bi van qatilên sîvîl û zarokan re hene qut bikin.”

Bolîvya di sala 2009an de bi rejîma îşxalkeran re ji ber qetlîamên ku li Xezzeyê lidarxistine minasebetên xwe qut kiribûn û di sala 2020an de cardin minasebetên xwe tertîp kiribûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir