• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Rejîma terorê li Cîbalîyeyê qetlîamê kir: Ji 400î zêdetir şehîd û birîndar hene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê diyar kir, îşxalkeran piştî bombebarandina li derdorê Nexweşxaneya Endonezyaya Cîbalîyeyê îro “qetlîamekî felaket” pêk anît.

Wezaret destnîşan kir ku li gorî dîyarîyên ewil 400 şehîd û birîndar hene, ji ber ku li herêmê nifûs zêdeye dibe ku ev reqem zêde jî bibe.

Berdevkê Wezaretê, di roportaja ku li El Cezîreyê re da de ev êrîşî bi gotina “felaketekî herîdawîn” wesifand û diyar kir ku piranîya qurbanîyan zarok û pîrek in.

Hat dîyarkirin ku rejîma îşxalker a terorîs bi 6 ton bombeyan êrîşî kampa cîbalîyeyê kirîye û taxê bi temamî ji holê rakirîye.

(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir