Berdevkê HUDA PARê Ramanli, di Sazîya Giştî ya Meclîsê de nirxandinan kir
Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli, di Sazîya Giştî ya Meclîsê de, di Rûniştina Plana Pêşveçûna 12emîn de axivî.
Êdî lazimatîya vê welatê ji makeqanûnekî nû re heye
Ramanli ji pirsa ku derheqê Komarîyê Tirkîyeyê ku 100 sala xwe derbas kir de çi difikire re weha bersiv da:
“Doh me salvegera sedsala Dewleta Komarîya Tirkîyeyê ji paş ve hêşt. Êdî em ketine nav sedsala duyemîn. Sedsala paşîn bi tevî gineh û xêrên xwe di dema demborî de maye. Ji vê seatê şûnda mayîna di dema demborî de û dubarekirina şeran û bibîrxistina wan şeran ji ti kesê re feydeya wî tineye. Lazimatîya me ji perspektîfa pêşerojê re heye. Lokomotîfa herî muhîm yê ev persfpektîfa pêşerojê jî makeqanûna nû ye. Wek ku Birêz Serokkomarê me û Birêz Serokê me yê Giştî jî gelek caran îfade kiribûn êdî lazimatîya ev welatê ji makeqanûnekî nû re heye.
Mixabin makeqanûnên ku ji dema demborî heta îro hatine nivîsandin, hemû makeqanûnên ku ketine rewacê bi şeklekî wek makeqanûneke ku bi wesayetî û derbekarîyê li ser mirovan dide ferzkirin e. Divê em hemû zanibin ku makeqanûneke ku herî zêde cihê cudahiyên Tirkiyeyê nahewîne, îdeolojiyê ferz bike, yekrengiyê weke heqîqeteke gerdûnî qebûl bike û dadmendiya rast ava neke, êdî li ser pişta vî welatî ye.”
“Qalnekirina perwerdehîya bi zimanê dayîkê kêmasîyekî ye”
Ramanli derheqê di planê de qalnekirina zimanê dayîkê de jî axivî û weha got, “Di çend xisusan de hat gotin ku ew ê di derbarê bikaranîna rast a zimanê tirkî de bi taybetî ji bo hemwelatiyên tirk ên li derveyî welat ji bona ku zimanê xwe yê dayîkê zindî bihêlin hinek tedbîr bên girtin, lê ecêb e ku nayê gotin ku ji bo hemwelatiyên kurd û komên din ên etnîkî wê çawa bibe ku hejmara wan digihêje 10 milyonî, ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê werbigirin û zimanê xwe yê dayikê bigihînin neslên pêşerojê û ji bo vê yekê çi tedbîr bên girtin, li gorî vê yekê kêmasî ye. Çîmkî, bi taybetî di warê ziman û nasnameyê de hêna jî meseleya Kurd bi mewcudîyeta xwe di vê plana pêşveçûnê de tinebûna plan û projeya di warê meseleya Kurd de li gorî me kêmasîyekî mezin e.”
“Divê siyasetmedaran bi ziman û islûba xwe bidîqet bin”
Ramanli, li ser bibîrxistina gotinên Wekîlê Serokê Meclîsê Celal Adan ku derheqê Sirri Sakik de gotibû van îfadeyan anît ziman:
“Helbet adabê muaşeret ji bona me hemûyan tiştekî ku em dev jê bernadin e. Yê ku ji minasebetên însanê nayê dev jê berdan rûmet e. Dibe ku em herkesê hez nekin, hûn ne mecbur in ku hemû kesan hez bikin lê nîşandayîna rûmetê ji adabê muaşeretê ye. Hele hele diqetkirina gotin û islûba sîyasetmedaran ji hemû kesan pêşîvan e. Ji ber ku siyasetmedar û zilam li pêşberî civakê ne û dibin mînak. Di vê derbarê de koma îro ya parlementerên HEDEPê bi mafdar bertek nîşan da û pişt re jî komên din yên parlementoyê bi taybetî Koma Partiya Tevgera Neteweperest; Em hemû bi nêrîna wî ya ku divê siyaset bi şeklekî minasib bê kirin hemfikir in. Jixwe parlamenter ne tenê li ser navê xwe li vir in, ji bo temsîlkarîya xelkê ku rayên xwe didin li vir in. Yanî temsîlkarên xelkê, yanî temsîlkarên miletê ne. Berî her tiştî, em bi raya wî re razî bin an na, em ji ramana wî hez dikin an na, mijarek cuda ye, lê divê her kes di çarçoveya hurmetek hindiktirîn de şiyana danûstandinê bi hev re nîşan bide. Em bi vê perspektîfê li bûyerê dinêrin, helbet em hêvî dikin ku bûyereke wiha careke din neqewime.” (ÎLKHA)