• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Em ji hikumetê dixwazin ku di li dijî sîyonîstan de bila gavên berbiçav bavêjin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, di Meclîsê de daxuyanîyeke çapemenîyê lidarxist û nirxandina rojevê ya partîya xwe parve kir.

“Em dixwazin ku hinek mueyyîdeyên pêxîmker bên rojevê”

Ramanli bal kişand ku berxwedêrên li Fîlîstînê desteka leşkerî naxwazin, berxwedana ku hewceye ji teref micahîdên li wê derê ve tê bicîhanîtin û dûre weha got, “Ev ê ku li para me dikeve ev e ku em ev tabloya wehşetê ku însanîyetê kirîye nav dest û pîyan bi lez û bez ji holê rabikin û ji bo vêya jî îradeyekî nîşan bidin. Helbet, îmkana her hikumet û her dewletê li gorî xwe sînordar e. Em ji hikumetê jî dixwazin ku bila di çarçoveya îmkanên xwe de gavên berbiçav bavêjin. Di vî warî de bila minasebetên ku bi sîyonîstan re hene neynê pêşvebirin, bila wan minasebetan bên qutkirin û bila hinek mueyyîdeyên pêxîmker bên rojevê.”

“Meseleya hemwelatîtîya dualî û îkmala sotemenîyê a ji bo balafirên îşxalkeran”

Ramanli bal li ser îddîayên ku derheqê rejîma îşxalker û Tirkîyeyê de di vê pêvajoya ku li dijî Xezzeyê êrîş tênê kirin de tênê qalkirin kişand û dûre weha axavtina xwe zêde kir:

“Xeberên cîddî hene ku ji van yek tê gotin sotemenîya îşxalkeran bi wesîleya xeta borîya Baku-Ceyhanê ku ji Ezerbaycanê tê nav welatê me û ji li vê derê jî sewqî îşxalkerên sîyonîstan dibe, bi vê sotemenîyê dibe ku wan balafirên ku wan zarokên mesum qetil dikin bên îkmalkirin. Bi taybetî mesulîyeta Wezareta Enerjî û Wezareta Karên Derveyê di ronîkirina raya giştî de heye. -Ger ku tiştekî ewakî hebe- Sotemenîya balafirên çeteyên wehş yên sîyonîst ku birayên me yên Misilmanan qetil dikin ji welatekî Misilman yê Tirkîyê bê tedarîkkirin an jî ji Tirkîyeyê ji ev tiştê re navbeynkarî bê kirin ti dem nayê qebûlkirin.

Bi tevî ev meseleyê meseleyekî dinê jî heye ku tê gotin ji Tirkîyeyê ji bendera Mêrsînê ji îşxalkeran re tiştên zîraetê, mêwe û sebze tênê şîyandin û Tirkîye jî di vî warî de ji wan re dibe alîkarî. Di vê meseleyê de jî mesulîyeta Wezareta me ya Bazirganîyê heye ku raya giştî di vî warî de ronî bike. Em ji li vê derê îlan dikin ji wan sîyonîstên ku birayên me yên li wê derê bêxwarin, bêav, bêderman û bêceryan dihêlin û di temînkirina van tiştan de jî astengîyê derdixe re sewqîyatekî ewakî hebe ti dem qebûl nakin. Lazim e ku Wezareta Bazirganîyê di vê meseleyê de daxuyanîyekî bide.

Xisûsa 3yem; lazim e ku Tirkîye derheqê wan kesên ku hemwelatîtîya wan yê dualî hene û ji Tirkîyeyê ji bona ku bibin leşker çûne rejîma îşxalker a ku wek Serokkomarê me jî îfade kirîye ew sûca herbê bikartînin de çi tê kirin? Bila ji raya giştî re bê gotin. Ji wan hemwelatîtîyên daulîyan re çi hatîye kirin? Gelo vana ji hemwelatîtîyê hatine derxistin an jî na? Divê di vî warî de raya giştî bê ronîkirin.”

Ramanli daxwaza Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ku digot bila Tirkîye temsîlkarên dîplomat ên rejîma îşxalkeran ku li welatê me ne bên şîyandin û yên Tirkîyeyê ku li rejîma îşxalkerin jî bên gazîkirin bibîrxist. Di heman demê de jî destnîşan kir ku bila Wezareta Parastin a Neteweyî di warê ku Baregeha Radar a Kurecîka Meletîyê jî di eblûqeya Xezzeyê de rolekî çawa bikartîne, di ewlehîya sîyonîstan de îmkanên çawa bikartîne ji raya giştî re agahîyan bide.

Ramanli got, “Çîmkî di demekî ewakî de parastin û temînkirina kêmasîya wan sîyonîstên wehş yên ku birayên me hûr dikin, bebikên ku hêj nehatine dinyayê jî qetil dikin ti dem nayê qebûlkirin.”

“Parastina Xezzeyê di heman demê de parastina Qonye, Entap û Dîyarbekir e”

Ramanli, di berdewama axavtina xwe de bibîrxist ku li hember komkujîya li Xezzeyê hinek alî hene ku gohên xwe girtine û dûre wî weha got, “Hinek hene ku dibêjin ‘Çi eleqeya me di herba Erep-îsraîlê de heye! Pirsgirêk ne di sînora me de ye, ne di nav sînora me de ye, Fîlîstîn ne cîranê me ye, ji ber vê yekê çi karê me bi herbê heye!’ rejîma îşxalker a sîyonîst ku em muhatabê wan in, rejîmekî ku quralan nasnake, sînoran nasnake û wijdanan nas nake ye. Jimtirê we teva temaşe kir ku serokwezîrê wan qala dewrên berê dike û ji wan bawerîyên xwe yên ku hatine xerakirin daxuyanîyan dide. Em qala çeteyekî sîyonîst yên ku xeyn ji xwe ti kesî nake cîhê însanan, ji wan re miameleya heywanan jî nîşan nade dikin. Û îdeala wî jî ev e ku di nav xeyala welatekî ku Tirkîye jî di nav de, Sûrîye jî di nav de, Iraq jî di nav de, Îran jî di nav de û welatên xalîçê jî di nav de ji xwe re saz bike ye. Îro parastina Xezzeyê di heman demê de parastina Hetayê ye. Îro parastina Xezzeyê di heman demê de parastina Qonye, Qeyserîyê, Entab û Dîyarbekirê ye. Parastina Xezzeyê ne parastina axên Ereban ku 420 kîlometrekare ye. Divê em di vê şiûrê de bin. Divê em xwe ji hedefên vê çeteya wehş ku li dijî însanîyetê herbê vekirîye cuda bikin. Di encamê de tedbîra ku îro neyê standin ew ê sibe li ber derê me be. Divê em tedbîra vêya ji îro ve bistînin.”

Ramanli li ser pirsa derheqê Plana Pêşveçûna 12mîn de bal kişand ger rapora ku ji teref 43 hezar kesan ve hatîye amadekirin, ji bo welatê bê kirin û hedefên wê bên bicîhanîtin ew ê planekî mezin be.



Bu haberler de ilginizi çekebilir